Piştî ku artêşa Turkê û alîgrên wê bajarê Al-Bab kontrolkir, û rêjîma Sûriyê piraniya başûrê Al-Bab xiste bi kontrola xwe , neqşeya kontrolê li rojhilata Helebê roj bi roj tê guhertin , û alozî li herêmê zêde dibin .
Bi zêdebûna aloziyên hawîrdora Minbicê re, hêzên koalisiyonê hejmara endam û bingehên xwe li herêmê zêde kirin.
Wan li eniya şer, di navbera şervanên encûmena Minbicê û hêzên Tirkiyê de çalakiyên xwe yên parastinê bêhtir kirin, li gor Şervan Derwîş, berdevkê encûmena Minbicê ku herêma Minbicê bi awakî hevkar di navbera wan û koalisiyonê de hate rizgarkirin û bi awakî hevkar jî dê were parastin ji êrîşan.
Rewşa Rojhilata Helebê roj bi roj aloz dibe, û hêzên ku li herêmê şer dikin bi tundî dijberiya hev dikin.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke