Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyîr Aydar: Şerê li Şengalê Qewimî li Enqerê Hatiye Plankirin


Li Herêma Şengalê li Xanesorê berî çend rojan alozî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê "YBŞ"ê û "Pêşmergên Rojê" derket bû, di van aloziyn de, kuştî û birîndar hebûn, herweha gelek malbatên vegeriya bûn ser malên xwe cardin ji sedema şeran malên xwe bicî hêlan.

Koma Civakên Kurdistan "KCK"ê derbarê van şeran daxûyaniyek weşand bû, pişka Kurdî ya Dengê Amerîka derbarê van aloziyan hevpeyvînek li gel Zubêr Aydar endamê Konseya Komên Civakên Kurdistan "KCK"ê encam da.

Çavdêr û şirovekar ji herêmê didin xûyakirin eger rê liber aloziyên li Şengalkê neyê girtin, dê bibe sedema derketina rewşek pir xerab li herêmê bi tevayî.

Zubeyîr Aydar endamê Konseya "KCK"ê, dibêje "Ev şer ne liser daxwaza YBŞê bû, ne li gur daxwaza kesekî ji me bû, plana wî şerî li Enqerê hatiye çêkirin ". Weke Aydar dibêje.

Aydar weha dibîne ku Tirkiye dixwaza nakokiyan di nav mala kurdan de dirûst bike û wan belge derbarê vê çendê hene.

Aydar dibêje, belgeya herî zelal ewe rojekê berî şerê li herêma Şengalê çûbûyî, Mevlut Çavuşoglu ku berpirsekî mezin yê dewleta Tirke gotiye,"Masud Barzanî li herêmê dostê Me ye, emê bi hevre operasyonek hebeş li dij PKK ê encam bidîn".

Aydar dîsan got, yên berî berîya zêdetir ji du salan Şengal bû çekdarên DAIŞê bicih hişt bûn, îro dibêjne kesên Şengal ji DAIŞê rizgarkirî ji wir derkevin.

Di encama pirsa Belên Salih de "Ew hêzên Pêşmergan yên çûbûn Kobanê, li wir neman û vegeriyan çima PKK ji Şengalê der nakeve"?

Z.Aydar bersiv dide û dibjêje, "Pirsa Şengalê ne wek ya Kobanê ye, di dema xwe de xelkê me li Şengal bê parastin hiştin, Gerîlan xwe ji çiyan berda û çûn Şengal parast û hejmarek zîde ya qurbaniyan dan, niha xelkê Şnegalê dixwaze herêma xwe biparêze".

Aydar hêviyên xwe anîn ziman ku, bi riya dialogê û danûstendina her tişt çareser bibe.

Temamiya hevpeyînê guhdarî bike.

Hevpeyvîn li gel Zûbêr Aydar Endamê Konseya Koma Civakên Kurdistan "KCK"ê
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:49 0:00

Abdula Şirêm: Şengal Bûye Pirseg Bazerk Bazirganî di nava Hizban Yek Dixwze Para Xwe Bibe

Dengê Amerîka derbarey heman pirsgirk û şerên li Şengalê hevpeyîn li gel yek ji kesatiyên Şengalê Abdullah Şîrêm Encam da, Şirêm dibêje, van şeran zirarek mezin gihand xelkê herêmê, êdî baweriya xelkê herêma Şengalê bi çi aliyan nemaye, ew bê hêvî bûne, hêviyek wan hebû, xelk vegeriya bû ser ciyên xwe, lê piştî vî şerî bêhêvîtiyek mezin çêbûye.

Temamiya Hevpeyvîna li gel Abdulla Şirêm ku Dexîlê Şemo encam daye guhdar bike.

Ebdulla Şirêm
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG