Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûnday Teter: Huner Welatan Avadike


Hunermend Sûnday Teter bi hemû behermendiya xwe ciwaniyê daferîne, tevî zorbûna dûrbûnê, lê bi hêviyan xwe dide pêş.

Sûnday ji xelkê bajarokê Amûdê ye. Di zaroktiya xwe de huner kir hevalê xwe yê herî nêzîk û di riya hunerê de hemû derbirîniyên anîn ziman.

Ji ber xizaniya malbatê, wî her alav û listikên xwe bi destên xwe çêdikir.

Li Şama paytext wî xwendina hunerê li peymangeha Edhem Ismaîl bidawî kir.

Beşdarî gelek pêşangehan li Sûrî û Kurdistanê bû, bi şêweyên cêwaz ji Karîkator, Mûzîk, Peyker û Nîgarkêşiyê.

Piştî penaberiya li herêma Kurdistana Îraqê, berê xwe da Siwîsra û li wir bicî bûye.

Sûnday çend pêkerên ciwan çêkirye ku ji wan: Peykerê Şêr , peykerê serbaza Amerîkî Hendrson , Cegerxwîn, Mihemed Şêxo û Bethoveen ..

Nuha li Siwîsra karê xwe berdewam dike ku amûreke mûzîkê nû aferandiye ji 4 amûrên cêwaz.

Wisa Sûnday zaroktiya di nav destê hunerê de dihûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:43 0:00
Hunermend Sûnday Teter- Deng û Reng
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00

XS
SM
MD
LG