Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedarên Deryayî yên Tirkiyê Rê li 48 Koçberên Sûriyê Digrin


Nobedarên deryayî yên Tirkiyê dibêjin wan rê li 48 koçberên Sûrî girtin ku hewil didian derbasî Yûnanistanê bin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wan a fermî hate belavkirin, nobedarên deryayî gotin wan koçber di qeyîkek plastîkî de girtin, piştî wergirtina hin agahiyan doh înê.

Hin wêneyên ji jor ve, ku li gel daxuyaniyê hatibûn belavkirin, qeyîkê diyar dikin li gel operasyona rizgarkirinê li qeraxa Kusadasî li rojavayê Tirkiyê.

Li gor nobedarên deryayî, îsal rê li 1812 koçberan hatiye girtin û 19 qaçaxcî hatine girtin.

Jimara koçberên ku bi awakî ne rewa derbasî Yûnanstanê dibin bi awakî berbiçav nizim bûye, piştî rêkeftina di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewrupî di adara sala borî de.

XS
SM
MD
LG