Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Rojavayê Mûsilê Kûrtir Diçin


Hêzên Îraqî yên ku piştgiriya Amerîka werdigrin li aliyê rojavayê Mûsilê îro yekşemê kûrtir diçin ji bo kontrolkirina wan cihên ku hîn di bin destê Daiş de ne.

Generalê Îraqî Maan al-Saadi ji ajansa nûçeyan a Frensî re got derdora sêyek ji rûbera rojavayê Mûsilê niha di bin destê yekîneyên Îraqî de ye.

Dûman bi awakî berferh îro yekşemê li esmanê bajêr tê dîtin û dengê teqînan tê bihîstin.

Ji dema destpêkirina operasyona aliyê rojavayê bajêr ve di 19 meha borî de, komandarên Amerîkî û Îraqî behsa berxwedaneke tund dikin ji aliyê çekdarên Daiş ve ku ew hewil didin bingeha xwe ya herî dawî li Îraqê biparêzin.

Hêzên koalisyonê bi serkirdayetiya Amerîka, ku bi awakî fermî wek rahêner û rawêjkar li wir in, alîkariya hêzên Îraqî dikin di operasyona Mûsilê de.

Hêzên Îraqê aliyê rojhilata bajêr demekê berê îsal kontrol kiribû di çarçoweya operasyona wan a ku di 17ê meha 10 a sala borî de destpêkiriye.

Jimareke mezin ji xelkê sivîl ji ber şer reviyan.

XS
SM
MD
LG