Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Niwêneran Daxwaza Belgeyan Dike li Dor Idîayên Trump ên Guhdarîkirina li Telefonên wî


Komîta agahdariyê ya Encûmana niwêneran a Amerîka daxwazê ji serok Donald Trump dike ku roja duşemê belgeyan peşkeş li dor îdîayên wî yên guhdarîkirina li telefonên otêla wî di dema helmeta hilbijartinan de.

Serok hefteyekê berê li ser Twitter got serokê berê Barack Obama li telefonên otêla Trump guhdarî dikir, lê Trump çi belge diyar nekirin.

Serok di Twitta xwe de got:

“Kêşeyeke, me nas kir ku Obama li telefonên otêla min guhdarî kir berî serkeftina min. Tiştek nehat dîtin. Ev McCarthyism e.“

Serokê komîta agahdariyê Devin Nunes, ku komarîye ji wîlayeta California, û Adam Schiff ku ew jî ji California ye û demukrat e, wan nameyek ji Trump re şandin ku jê daxwaza belgeyan dikin di vê derbarê de.

Peyvdarekî Obama got tawanbariyên Trump sexte ne.

Hêjayî gotinê ye Trump ji dema Twitta xwe ve, hîn tiştek negotiye.

XS
SM
MD
LG