Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Çêkirina Tankeke Navxweyî Radighîne


Ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Fars radighîne ku Îranê perde ji ser Tankeke navxweyî rakir û dest bi berhemhênaneke giştî ya wê kir.

Raporta îro yekşemê ji ser zimanê wezîrê berevaniyê Hossein Dehghan ragihand ku dibêje “Tank dikare moşekan bavêje û bi awakî hûrbîn wan kontrol bike. “

Fars dibêje Tanka bi navê Karrar dabînkirî ye bi sîstema elektirîk û ronahî ya kontrolkirina agir û çavdêriya bi lêzer û wê her wiha şiyan hene ku li armancên veguhêz û ne veguhêz xe, çi bi roj û çi bi şev.

Dehghan her wiha dibêje Tanka wan dikare rikberiya tankên herî pêşketî li cîhanê bike ji aliyê Hêz, hûrbînî, û veguhestinê ve.

Hêjayî gotinê ye, ev bû bêhtirî 20 salin, Îran çek û pêwîstiyên xwe yên leşkerî bi xwe çê dike, di nav de jî moşek, firokên şer û keştiyên jêravê.

XS
SM
MD
LG