Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Pêşveçûnan Berev Mizgefta Sîmbolîk a Mosîl Diçin


Hêzên hikumeta Îraqê pêşveçûnan berev devera nizîk a mizgefta navdar a Rojava bajarê Mosîl dike ko yekem gotara rêberê komela çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê lê hate pêşkeş kirin.

Dûkeleka reş ji devera nizîk mizgefta el-Nûrî ya nasyar bi mizgefta mezin îro yekşemê bilind dibe.

Balafir û helikopterên leşkerê Îraqê bingehên çekdarên DAÎŞê topbaran kirin.

Bi kêmîve Dû teqinên mezin çêbûn ko bawerî heye ji encama peqinên xwekoj bin lidema şwe bi tevaya cûrên çekî dihate kirin.

Rêberê DAÎŞê Ebubekir el-Baxdadî li dema nivêja roja îniyê li meha Tirmehê a sala 2014 gotara ragehandina Xîlafeta DAÎŞê pêşkeş kirbû, piştî control kirina devereka mezin ji Îraq û Sûrîye.

XS
SM
MD
LG