Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Esmanî li Ser Zîndaneke Sûrî 16 Kesan Dikuje


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got bi kêmanî 16 kes hatin kuştin di encama êrîşên esmanî de li ser zîndanekê li bakurê Sûriyê.

Çavdêriyê got kuştiyên êrîşa bajarê Idlib, ku di bin destê serhildêran de ye, ew kesên girtî û karmendên zîndanê bûn.

Çavdêrî dibêje hin raport gihîştin wê ku hin kesên kuştî di dema êrîşên esmanî de hewil dabûn birevin lê ew ji aliyê nobedarên zîndanê ve hatibûn gullebarankirin.

Tê zanîn ku Idlib di bin destê opozisyonê de ye û Rûsya li wir êrîşên esmanî bikar tîne wek piştgirî ji serokê Sûriyê Beşar Esed re.

Ji sala 2011 ve 400 hezar kes di encama şerê Sûriyê de hatine kuştin, bêhtirî milyonek kes birîndar bûn û nîva xelkê Sûriyê bêşpûnûwar mane.

XS
SM
MD
LG