Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Têkçûna Pilana Saxlemiyê Trump Balê Dikşîne ser Çaksaziya Taksan


Serokê Amerîka Donald Trump balê dizîvirîne ser çaksaziya taksan piştî têkçûna hewlên guhertina pilan saxlemiyê li Amerîka.

Trump doh înê got:

“Ez dikarim bêjim emê bi awakî mezin û bihêz dest bi qutkirin û çaksaziya taksan bikin. Ew dê gava me ye bê be."

Axaftinên Trump hatin piştî komarî neçar man dengdana encûmena niwêneran jinav bibin, ji ber ku nikarîbûn piştgiriya pêwîst ji bo guhertina pilana bi navê “Obama Care” dabîn bikin.

Wan roja pênşemê dengdan bo 24 demjimêran bişûnxistin bi hêviya ku karibin dengên bêhtir komkin ji bo redkirina Obama Care, lê car din biser neketin.

Demekê berê doh înê wezîrê xezîneya Amerîka Steven Mnuchin, di hevpeyvînekê de li gel malpera Axios, got ev bû du mehin wî pirojeya çaksaziya taksan a rêveberiyê dîtiye.

Mnuchin got pilana serok a taksan dê nêzîk bête pêşkêşkirin, û hêvî kir ku berî meha tebaxê erêkirina Kongrês wergire.

Peyvdarê koşka sipî Sean Spicer doh înê ji peyamnêran re got ew çavlirêne ta meha tebaxê pilan bête erêkirin û ew armanceke ku dê rêveberî hewil bide pêkbîne.

Têkçûna guhertina pilana saxlemiyê, parçebûneke kûr di nav partiya komarî de çêkir.

Ev jî gefê dide ser destpêşxeriyên din di ecindeya serokatiyê de, wek pirojeyên avakirina bingehîn û her wiha avakirina dîwar di navbera Amerîka û Meksîk de.

XS
SM
MD
LG