Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Rûsî li Dijî Gendeliyê Derdikevin Xwepêşandanan


Bi hezaran Rûsî li seranserî welat îro yekşemê derketin xwepêşandanan li dijî gendeliyê û daxwaza jidûrxistina kar a serokwezîr Dmitry Medvedev kirin.

Xwepêşandan bi serkirdayetiya serkirdeyê opozisyonê Alexei Navalny bûn.

Ev xwepêşandan diyare mezintirîn xwepêşandanên nerazîbûnê ne ji dema xwepêşandanên 20011-2012an ve, piştî hilbijartinên sexte yên parlemanî.

Ta nîvro bi dema Mosko medya dewletê hîn behsa xwepêşandanan nekiribû. Malperên nûçeyan û medya civakî xwepêşandan romalkirin li bajarên Vladivostok li aliyê rojhilat ta Yekaterinburg li Uralsê.

Hat ragihandin bi dehan kes li Vladivostok hatine girtin.

Navalny banga xwepêşandanan kir piştî belavkirina raporteke berfereh demekê berê vê mehê ku têde Medvedev tawanbar dike bi komkirina koşk û yext û baxên tirî bi riya toreke nehênî ya rêxistinên ne qezencdar.

Raport ji aliyê 11 milyon kes ve li ser You Tube hate dîtin. Medvedev hîn çi bversiv nedane.

XS
SM
MD
LG