Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Cezayan Dide Ser 15 “Kompaniyên Amerîkî”


Îranê Îro Yekşemê ceza dan ser wek wê bin av kirî 15 kompaniyên Amerîkî , bi idîaya ku ew piştgiriya terorê, zordariyê û her wiha dagîkirina Îsraîlê bo xaka Filestînê dikin, di gavekê de ku diyare tolvedane ji cezayên Amerîka re li ser Îranê.

Lîsta berfereh a kompaniyê Amerîkî, ji kompaniya kirîn û firotina xaniyan ta kargehên mezin ên çekan, diyare sebolîke bêhtirî her tiştekî din, ji ber ku ew bi awakî rasterast kar nakin li Îranê.

Daxuyaniya wezareta derve ya Îranê ku ajansa dewletê IRNA belav kir got ceza dê kompaniyan qedexe bikin ji imzekirina çi rêkeftinan li gel kompaniyên Îranê û rêvebirên wan dê vîza wernegirin bo derbasbûna Îranê.

Daxuyaniyê her wiha got sermiyanên wan renge bên desteserkirin.

XS
SM
MD
LG