Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hefteyekê ji Êrîşên Esmanî Hêzên Îraqî 61 Terman Li Mûsilê Dibînin


Hêzên Îraqî îro yekşemê gotin wan 61 term dîtin di bin avahiyeke hilweşiyayî de, ku çekdarên Daiş ew bumbekiribû li aliyê rojavayê Mûsilê, û çi nişan nebûn ku ew bi êrîşên esmanî yên hevpeymaniyê hilweşiyabû, li gor hêzên Îraqî.

Daxuyaniya leşkeran ciyawaze ji raportên hin gewahîder û berpirsên xwecihî ku gotin derdora 200 term hatin kişandin ji bin avahiyê piştî êrîşa esmanî ya hevalbendiyê hefteya borî li taxa Jadida.

Tiştê roja 17 mehê bûyî ne zelale û zore berferhiyên wê bên piştrastkirin di demekê de ku hêzên Îraqî şerê Daiş dikin li navçeyên qebalix ên aliyê rojavayê Mûsilê.

Ebû Eymen, ku yek ji rûniştvanên taxa Jadida ye got:

“Me hest bi hejandina zemînê kir wek ku erdhejek be. ew êrîşeka esmanî bû kolana me ji xwe re kir armanc. Toz û dûman û camên şikestî ew tenê tiştên ku ez û zarokên xwe pê hest bûn.“

Jimara ku leşkeran ragihandî kêmtire ji ya berpirsên xwecihî. Berpirsekî şaredariyê îro yekşemê got wan 240 term ji nav avahiyê derxistin

XS
SM
MD
LG