Di kombûna yekemîn ya wezîrên çandê yên her heft welatên zilhêzên cîhanê de, di roja Pêncşemê de, anîn ziman ku çand û şûnmayên dîrokî ketine bin gefa wendakirinê û bazirganiya sexte ji aliyê girûpên radîkal ve.
Kombûn li bajarê Floransa li Îtaliya bû, piştî kombûna Encûmena Ewlehiya Navnetewî ya Netewên Yekbûyî di derbarî rewşa çandî û sermiyanên dîrokî yên şaristaniyê ve, ku bangewazî ji aliyê Ferensa û Îtaliya hatibû dan, bo parastina van şûnmayên dîrokî ji wêrankirinê û firotina wê ji aliyê qaçaxçiyan ve.
Amerîka û Almaniya ji aliyê xwe ve anîn ziman, ku karên ewelhî û lêkolînên sîxûrî pêwistin bo şopandina van girûpên qaçaxçî, ku piraniya wan bi ser girûpên islamiyên radîkal ve ne.
Di vê kombûnê de, wê tîmên alîkariyê bên amadekirin ji Interpola navnetewî, polîsên gumrikê, da ku zaneyariyan li ser van girûpan kombikin û şopandin û vegerandina perçeyên revandî ji antîkeyên dîrokî ve ji Sûriye, Îraq û hin welatên din ku ketine şer bi girûpên radîkal ve.