Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê:50 Hezar Kes Vegeriyan Navçeyên Ku Anqera Kontrol Dike li Sûriyê


Bajarê al-Bab li Bakurê Sûriyê
Bajarê al-Bab li Bakurê Sûriyê

Bideh hezaran penaber û Bêşûnûwarbûyên Sûrî vegeriyan navçeyên di bin kontrola Anqera û opzisyona ku Tirkiyê piştgiriya wan dike de li bakurê Sûriyê, li gor wezîrê derve yê Tirkiyê.

Axaftinên Mevlut Cavusoglu hatin sê rojan piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bidawîhatina operasyona mertala Ferat ragihand û got hêzên wan û hevalbendên wan navçeyên sînorî rizgarkirin.

Cavusoglu got 50 hezar kes ji Tirkiyê vegeraiyan wan navçeyên rizgarkirî û li gor wî ewlekariya van navçeyan divê radestî hêzên xwecihî be.

Cavusoglu di çarçoweya serdanekê de bo bajarê Izmîrê got:

“Serbazên me li wiring û me hîn pêwîstî bikar heye. Divê em navçeyeke bê teror ava bikin. “

Di tîrmeha sala borî de, Tirkiyê hêzên ser erdê şandin bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya serhildêrên opozisyona Sûrî di paqijkirina wan vavçeyan de ji çakdarên Daiş û her wiha ji bo ku rê li hêzên Kurdî bigrin da kontrolkirina navçeyan berferehtir nekin.

Ji wê demê ve bidehan serbazên Tirkiyê hatine kuştin, piraniya wan li derdora bajarê al-Bab ku wê demê di bin destê Daiş de bû.

XS
SM
MD
LG