Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Receb Teyyip Erdogan Serdana Amedê Dike


Piştî hewla kudetayê û ilankirin rewşa awarte Erdogan bo cara yekê serdana bajarê Amedê kir.

Wî di gotara xwe de pêşî behsa behsa xizmetên hikumetê yên li Amedê kir, paşê helwesta deweletên Awrupayê bi zimanek tund rexen kir û di dewamiyê de jî li ser siyaseta tevgera Kurd peyeman da.

Erdogan got kir neha eniyek cîhanî li hember wan li ser xeta na çêbûye ku gelek dewletên Awrupayê piştevaniya wan dikin.

Wî polêsên Almanyayê bi parastina endamê PKKê sûcdar kir.

"Nehîşitin wezîrên me li Avrupa bi gel re werin ba hev lê endamên rêxsitan terorê PKK li Almanya di wesayitên polesan de di bin parastina wan de ne"

Behsa pankarta meşeka li swisterê jî kir ku tê de demançeyek dane sere Erdogan.

"Dixwazin bejin Erdogan bikujin lê rihê ku xwedê daye ew dikare bistîne."

Wî HDPê rexne kir û got heta neha jibo tu refromek me li rex wan nesekinîne.

"Digotin li pişta me PKK, PYD, YPG heye û gefan li gel dixwarin, çi firqa teroristek bi çek û siyasetvanek ku gefan li gel dixwe ji hev nîne."

"Yê ku jibo referandûmê dibêje na Qendîl û Pensilvanya (Gulen) e."

Serokkomarê Tirkiyê behsa girtina xwe ya dema şaredariya xwe kir. Lê jibo şaredariyên HDPê de got "Wesayitên şaredariyan kirin xizmeta terorê û malê gel li sere wan xerakirin."

Jibo taynikirina kayuman jî got ev karek fermî û yasayî ye.

Wî jibo îhtimala aşitiyê got ew amadene bi her kesî re biaxivin bi şertê ku çek di destan da tunebe.

XS
SM
MD
LG