Çavlirêye ku Amerîka û Misir roja duşemê bigihin rêkeftinekê li dor bihêzkirina hevkariyê di şerê dijî terorîstan de, di demekê de ku serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî wê li Waşinton li gel serok Trump kom bibe.
H.A Hellyer, çarezayê rêxistina Atlantic Council dibêje herdû serok dijî îslama siyasî ne û ewlekariyê wek erkeke sereke didin ziman.
Koşka Sipî berî serdanê daxuyaniyek belavkir û tê de dibêje”ev pêwendî bi şêweyekî dîrokî li ser bingeha berjewendiyên ewlekarî bûn û dê her ew be bingeha sereke ya pêwendiyan.“
Ev serdana yekem a Sîsî ye bo Amerîka piştî hilbijartina wî wek serok di sala 2014an ku serokê Amerîka yê berê Barack Obama çi vexwendin jêre neşandin.
Sîsî hate hilbijartin piştî salekê ji serkirdayetiya leşkerî ya rûxandina serokê alîgirê tevgera Birayên Misilman Mihemed Morsî di encama xwepêşandanên mezin de.