Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Esmanî ya Koalisyonê li Sûriyê 13 Kesan Dikuje


Şervanên HSD
Şervanên HSD

Çalakvanên Sûrî û medya dewletê dibêjin êrîşeke koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka li gundekî bakurê Sûriyê, ku di bin destê Daiş de ye, bi kêmanî 13 kesên sivîl kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje 15 kes, di nav de 4 zarok, di êrîşa îro şemiyê de hatin kuştin li gundê Hneyda.

Gund li parêzgeha Reqqa ye, cihê ku hêzên Sûriya Demukrat bi piştgiriya Amerîka şerê çekdarên Daiş dikin.

Tilfizyona dewleta Sûriyê got êrîşê 13 kes kuştin ku di nav de zarok jî hebûn .

Gurûpa çalakdar a bi navê “Sewt û Sûra” ku kiryarên hovane yên Daiş dişopîne, got êrîşê li qehwexaneyeke internêtê xist.

Ev êrîş tê di demekê de ku raport behsa bilindbûna jimara qurbaniyên sivîl dikin di encama êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî de.

XS
SM
MD
LG