Lînkên eksesibilîtî

Mike Pence û Heyder El-Ebadî Rewşa Sûriyê û Şerê Dijî Daiş Guftûgo Dikin


US Syria

Hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de got Mike Pence, Cîgirê serokê Amerîka, îro şemiyê ji serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî re piştrastkir ku dê Amerîka berdewam be di piştgiriya xwe de bo Îraqê di şerê dijî Daiş de.

Herdû aliyan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê û şerê dijî Daişê guftûgo kirin.

Axaftina wan hat piştî êrîşa leşkerî ya Amerîka li ser firokxaneyeke Sûrî wek tolvedan ji êrîşa kîmawî re li ser bajarê Xan Şêxûn ku di encamê de bi dehan jiyana xwe ji dest dan.

Pence dupat kir ku” siyaseta Amerîka li herêmê nehatiye guhertin, xema Amerîka têkbirina Daişê ye li Îraq û herêmê.” Li gor daxuyaniya nivîsîngeha el-Ebadî.

Daxuyaniya Îraqê êrîşa kîmawî li Sûriyê şermezarkir, bê ku Esed bi nav bike, û banga vekolîneke navnetewî kir ji bo naskirina kesên gunehkar.

Daxuyaniyê her wiha rexneya “destêwerdanên lezok“ên piştî êrîşa kîmawî kir wek nîşandan bo êrîşa Amerîka li Sûriyê.

Gurûpa Şîiî bi navê el-Nujaba li Îraqê ku piştgiriya Îranê werdigre doh Înê got li gel êrîşên Amerîka li Sûriyê ew dê berdewam be di şerê Sûriyê û piştgiriya Esed de.

Peyvdarê gurûpê Haşêm el-Mûsewî di daxuyaniyekê de got:

“Tevgera me berdewam e di jîhad û berxwedanê de û helwesta me derbarê şerê Sûriyê dê neyê guhertin. “

El-Nujaba, yek ji wan gurûpan e ku ji aliyê rêxistinên mafê mirov de tê tawanbarkirin bi kuştina bidehan xelkê sivîl ku sala borî ji ber şerê bajarê Helebê reviyabûn.

XS
SM
MD
LG