Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley Dibêje Divê Beşar Esed ji Ser Deshilatê Biçe


 Nikki Haley
Nikki Haley

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî dibêje Aştî li Sûriyê nabe bi hebûna Beşar Esed li ser desthilatê.

Di axaftinekê de li gel ku wê îro yekşemê li ser CNN belav be de Nikki Haley got” çi bijar nînin ku dê çi çareseriya siyasî bibe li gel hebûna Esed wek serokê rêjîmê.”

Di heman demê de, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson got têkbirina Daiş ew hîn xema sereke ye li Sûriyê.

Tillerson di axaftinekê de li ser tilfizyona CBS got:

“Xema yekem ew têkbirina Daişê ye û dema gefa Daiş ji holê hate rakirin wê deme ez bawerim em dikarin bala xwe bidin ser seqamgîriya rewşa Sûriyê.”

Doh şemiyê parêzgarê Humsê Telal Berazî ji ajansa Reuters re got firokên Sûriyê geştên xwe berdewamkirin ji heman firokxaneya ku roja înê Amerîka ew kiribû armanca êrîşeke moşekan.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov, wê jî got firokên Sûrî karîbûn ji heman firokxanê bifirin û êrîşî armancên serhildêran kin.

XS
SM
MD
LG