Berpirsên Misrî li Navçeya Delta Nîl dibêjin teqîna bumbeyekê di kenîseyekê de bi kêmanî 21 kes kuştin û bi dehan birîndar kirin.
Teqîna îro yekşemê li kenîseyeke bajarê Tanta rûda di demekê de ku mesîhiyên Qubtî roja bi navê Yekşema Şaanîn pîroz dikin. Tanta 120 km li bakurê Qahîra patext e.
Piştî Teqîna Tanta bi çend demjimêran, teqîneke din li bajarê Iskenderiye bû û bi kêmanî 11 kes têde hatin kuştin.
Papa Vatîkan Pope Francis biryare vê mehê serdana Misir bike ji bo hevsoziya xwe li gel civaka mesîhiyên Misir derbibire.
Rêjeya mesîhiyên Qubtî 10% li Misir. Ew gelek caran bûne armanc ji aliyê tundrewên îslamî ve.
Yekşema Şaanîn ew bîranîna geşta Mesîh e bo bajarê Orşelîm, dema ew bi şaxên darên xurmeyan hate pêşwazîkirin, û piştî çend roja hate girtin û xaçkirin.