Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Piştgiriya Xwe bo Serokê Sûriyê Nîşan Dide


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro yekşemê careke din dupat kir li dor piştgiriya xwe bo hikûmeta serokê Sûriyê Beşar Esed piştî êrîşa Amerîka li ser Firokxaneya Şiêrat li Sûriyê.

Di pêwendiyeke telefonî de li gel Esed, Rûhanî êrîşa Amerîka ya roja înê wek” Zêdegaviyeke tund” li ser serweriya Sûriyê anî ziman, li gor medya dewleta Sûrî.

Esed Amerîka Tawanbarkir bi hewildana bilindkirina moralên “gurûpên terorîst” li Sûriyê.

Hikûmeta Sûrî hemî aliyên şerê wê dikin wek terorîst dide nasîn.

Tê zanîn, Îran piştgiriya leşkerî û abûrî dabîn dike ji bo Esed li dirêjiya şerê Sûriyê. Wê jimarek gurûpên Şîiî li rojhilata navîn organîze kirin ji bo alîkariya hikûmeta Sûriyê.

XS
SM
MD
LG