Ji Referandoma guhertina 18 xalên qanûna bingehîn re tenê hefteyekê ma û mîtingên partiyên siyasî berdewam dikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hevserok û parlementerên wan di girtîgehan de ne, li Kadikoya Stenbolê mitînga “NA” li dar xist.
Herwiha HDP xwestibû ku li Bakirkoyê mitînga xwe li dar bixe lê tenê jibo Kadikoyê destûr hate dayîn ku mîtînga HDP’ê li cihekî dûrî navendê pêk hat.
Hevşaredarê Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk, parlementerên HDP’ê Sirrî Surreya Onder,Garo Paylan,Perwîn Bûldan û hevseroka DTK yê Gulistan koçyigit bi slogana “bi coşa newroza ber bi NA ve ” li mîtîngê amade bûn.
Ahmet Turk ku bi tayînkirina Qayyûman ji peywira hatibû dûr xistin û di girtîgehê de mabû li mîtîngê axivî û diyar kir ku wî gelek pêvajoyên zor û zext li Tirkiyê derbas kirine.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke