Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 49 Bergumanên Daiş Digre ku Pîlana Êrîşan Dikirin


Ajansa dewleta Tirkiyê ya nûçeyan dibêje 49 kes hatin girtin bi gumanan ku ew girêdayî gurûpa Daiş in û pilana êrîşan dikir sibe yekşemê ku roja referandomê ye li Tirkiyê.

Ajansa Anadol îro şemiyê ragihand ku polîs operasyonên hevdem li navçeyên Stenbolê birêve birin piştî wergirtina hin agahiyan li dor wan kesên ku 41 ji wan biyanî ne.

Anadol dibêje ev kesên berguman her wiha girêdayî gunehkarên êrîşa şeva sersalê ne ku li Stenbolê bûbû.

Daiş vê mehê di belevokên xwe yên Erebî û Tirkî de banga êrîşan kir di roja referandomê de, û got dengdan li dijî Xwedê ye û misilmanên ku dengên xwe bidin ew bêbawerî ne.

Sibe yekşemê Tirkiyê Referandomekê birêve dibe li dor hin guhertinên destûrî ku dê desthilata serok berferhtir bikin.

XS
SM
MD
LG