Di beyanameya dawî ya Hevpeymaniya Sûrî ya hêzên rikeberiyê de, li ser rola Encûmena Niştûmaniya Kurdî di biryarên siyasî de, bû cihê rexneyan ji aliyê hin partiyên siyasî û kesayetên kurd li Sûriye.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi endamê desteya siyasî ya Partiya Yekîtî a Kurdî li Sûriye birêz Ebdulbaqî Yûsif re kir, da ku rexneyên xwe li dijî kiryarên hevpeymaniyê zelal û şîrove bike.
Birêz Yûsif dibêje, nabe ku Hevpymanî di biryarên xwe de ENKS derbas bike û bi nerêzgirtinî dan û setendinê bi rola wê re bike.
Herwisa jî birêz Yûsif rexneyên xwe li berpirsên ENKS kir û got, divê ku ew bi xurtî helwesta xwe ji rikeberiya Sûrî re zelal bikin û nekevin bi fişarên siyasî û berjewendiyên tu aliyan.