Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê: Piştî Rojeke Mirdar Derxistina Xelkê ji Navçeyên Dorpêçkirî Berdewam Dike


Bêhtirî 3 hezar kes pêşbîne bêne derxistin ji 4 navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê piştî rawestana piroseya derxistina wan di encama teqînekê de doh şemiyê.

Li gor vê rekeftina ku Neteweyên Yekgirtî çavdêriya wê nake, welatiyên alîgirên hikûmetê ji herdu gundên Fûaa û Kifreya tên derxistin li beramber derxistina alîgirên opozisyonê ji Medaya û Zebedanî.

Ev her çar cih jî bi salane dorpêçkirî ne û Neteweyên yekgirtî gelek hewildan kirin ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî ji bo wan.

Rêvebirê çavdêriya Sûrî ya mafê mirov Ramî Ebdulrehman û tilfizyona Menar a Huzbulla, gotin dê 3 hezar kes ji Fûaa û Kifreya bêne derxistin li beramber 200 kes ku piraniya wan şervanên opozisyonê ne dê ji Zebedanî û Medaya bêne derxistin.

Ebdulrehman got teqîna doh şemiyê li nêzîkî basen veguhestina xelkê 112 kes kuştin, din av de 98 kes ji Fûaa û Kifreya bûn.

Wî got piştî teqînê derdora 60 basî 2,200 kes, di nav de 400 şervanên opozisyonê, derbasî navçeyên serhildêran kirin li Helebê.

Tilfizyona dewleta Sûrî got bêhtirî 50 bas û 20 otombîlên ambelansê derdora 5000 kes ji Fûaa û Kifreya birin navçeyên hikûmetê li Helebê.

XS
SM
MD
LG