Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Derveyî Bingeheke Dengdanê li Amedê 3 Kes Hatin Kuştin


Ajansa nûçeyan a dewleta Tirkiyê radigihîne ku di encama pevçûnan de, sê kes li derveyê bingeheke dengdanê, li Amedê hatine kuştin.

Ajansa Anadolu dibêje ku şer di navbera du malbatan de, li baxçeyê dibistana ku xelk ji bo dengdanê lê rêz bibûn, derket holê.

Ajans dibêje ku sedema pevçûn ne diyar e, lê ajansa Dogan ku ajanseke serbixwe ye, radigihîne ku sedema şer cudabîrîyên siyasî ye.

Bi sedema şer, herwiha kesek birîndar bû ku li nexweşxaneyê ye û du kes jî hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku îro Yekşemê bingehên dengdanê ji bo dengdana referanduma Tirkiyê, di demjimêr 7 sibehê de vebûn.

XS
SM
MD
LG