Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Êrîşa Duyem a Gazên Jehrîn li Dijî Hêzên Îraqî di Du Rojan de


Peyvdarê Komandariya operasyona hevbeş li Îraqê dibêje gurûpa Daiş bi hin gazan êrîşî hêzên Îraqê kir li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê, ku ev cara duyem e di du rojan de dibe.

General Yahya Resûl ji ajansa Associated Press re got şeş serbazan problemên bêhinkişandinê hebûn di encama êrîşa îro yekşemê de û li bingehên tenduristî yên nêzîk hatin dermankirin.

Vekolîn destpêbûn li dor cûreyê gazên di êrîşan de hatî bikaranîn.

Êrîş tê piştî rojekê ji ragihandina efserekî leşkerî Îraqê ku Daiş êrîşek bi gazan pêkanî li taxa al-Abar li rojavayê Mûsilê.

Du efserên leşkerî gotin mask û hin pêdiviyên din li hêzên Îraqê hatin belavkirin ji bo êrîşên din ên pêşbîn di rojên bê de.

Efseran nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan deshilata axaftina li gel medya nebû.

XS
SM
MD
LG