Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afghanistan: Êrîşeke Talîban li ser Bingeheke Leşkerî 140 Kesî Dikuje


Êrîşkerên Xwekujî yên Talîbanê ku Êrîşî Bingeheke Leşkerî kirin li Parêzgeha Belx.
Êrîşkerên Xwekujî yên Talîbanê ku Êrîşî Bingeheke Leşkerî kirin li Parêzgeha Belx.

Êrîşeke xwekujî, ya tevgera Talîban li ser bengeheke leşkerî ya mezin li bakurê Afghanistanê, bi kemanî 140 kuştî li dû xwe hîşt ku piraniya wan serbaz bûn.

Ev êrîş mirdartirîn êrîş e li dijî hêzên Afghanistanê ji sala 2001ê ve.

Gewahîderan got gurûpeke ji deh êrîşkerên xwekujî, ku cilûberên serbazên hikûmetê li xwe kiribûn, bi du otombêlên leşkerî êrîşî bingehên Şahîn kirin li Mezar el-Şerîf, paytexta parêzgeha Belx.

Kenalên Telfizyonî yên xwecihî ji ser zimanê karbidestekî ewlekariyê û siyasetmedarên navçeyê, ku navên wan aşkere nekirin, radigihînin ku bi kêmanî 140 serbaz di êrîşa doh înê de hatin kuştin û bi kêmanî 100 kesên din birîndar bûn.

Li gor berpirsên xwecihî, gurûpeka êrîşkerên Talîban serbazên Afghanî gullebaran kirin di demekê de ku ew ji mizgeftekê derdiketin, û gurûpeka din êrîşî bingeha leşkerî kir berî ku ji hêzên komandos ên Afghanî ve bên dorpêçkirin di şerekî giran de.

Peyvdarê Talîban Zebîhulla Mujahêd berpirsiyariya gurûpê li dor êrîşê ragihand û got” bêhtirî 500 serbaz hatin kuştin û birîndarkirin, di nav de efser jî hebûn.”

Wî berferehiyên êrîşê ji bo peyamnêran ragihandin, li gel wêneyeka êrîşkerên xwekujî.

XS
SM
MD
LG