Lînkên eksesibilîtî

Zanyarên Cîhanê Xwepêşandanan Birêve Dibin


Bi hezaran zanyar û xwendekarên zanistê li seranserî cîhanê îro şemiyê kar û taqîgehên xwe bicîdihêlin û derdikevin ser cadeyan li dijî "êrîşên ku li ser zanistê dibin."

Ev rêveçûn di roja Zevî yê de û li 500 bajarên cîhanê birêve diçe, di nav wan de jî Waşinton ku bi dehan komeleyên zanistî yên bêalî tê de beşdarin.

Li bajarê Cinêv beşdaran durişmên “Zanist mûmeke di tariyê de” û “Zanist Bersiv e” hildan.

Li Berlînê çend hezar kes ji zanîngeheke bajêr ber bi Brandênburg çûn. Mike Wîlton, ku xwendekarê Diktora ye li peymangeha Jîngehê got:

“Pêwîste biryarên me li ser bingeheha rastiyan bin ne xwestekên me.”

Li Londonê nojdaran, esmangeran, şarezayên bayolojî û kesên navdar tevlî rêveçûnê bûn.

Mebest ji van xwepêşandanan ewe nîşandana girîngiya lêkolînên zanistî di jiyana rojane de û parastina lîkolînan ji hin cûre êrîş, ji nav wan jî pêşniyara rêveberiya Trump a qutkirina nêzîkî 20 % ji budceya peymangeha niştimanî ya tenduristî.

XS
SM
MD
LG