Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî li Hema Pêşketinan li Dijî Serhildêran Qezenc Dikin


Artêşa Sûrî û hêzên hevalbendên wê îro yekşemê li nêzîkî bajarê Hema pêşketin dijî hêzên serhildêr, li gor çavkaniyên leşkerî û gurûpeka çavdêriyê.

Hêzên hikûmetê bajarokê Helfaya û gundên derdorê dorpêç kirin, li gor leşkeran, û navçeyên ku serhildêran sala borî kontrol kiribûn vegerandin bin destê xwe.

Çavkaniya leşkerî got “bê guman wê artêş şerê xwe berdewam bike.”

Artêşa Sûrî, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya û mîlîtanên Îranê derbasî navçeyên serhildêran bû li herêma bakurê Hema û kontrolkirina xwe berferhtir kir li gel riya sereke ya di navbera bajarê Helebê û Dîmeşqa paytex de.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got pêşketinên artêşê destpêkirin dema serhildêr îro yekşemê ji Helfaya kişiyan piştî şerekî giran û êrîşên esmanî.

XS
SM
MD
LG