Karwanekî erebeyên leşkerî yên Tirkiyê hate veguhestin bo bingeheke nêzîkî sînorên Sûriyê, di demekê de ku girjî bilind dibin di navbera Tirkiyê û hêzên Kurdî yên piştgiriya Amerîka wertdigrin de.
Hin girteyên vîdyo şeva borî erebe diyarkirin li gel kesayetiyên leşkerî li ser rê.
Ajansa nûçeyan a taybet Ihlas ragihand ku ew karwan ji Kilis ber bi parêzgeha Şanlîorfa de çûn, di çarçoweya temamkirina operasyona Tirkiyê li Sûriyê, û renge ew li dijî şervanên Kurdên Sûriyê YPG bên bikaranîn” eger pêwîst be.”
Girjî di navbera Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bilind dibin di van rojên dawî de.
Tirkiyê roja sêşemê êrîşên esmanî li dijî wan li Iraq û Sûriyê bikaranîn. Enqera YPG wek gurûpeka Terorîst binav dike.
Vê girjiyê hîşt Amerîka çavdêriya sînor bike.