Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Êrîşeke Daiş li Helebê Vedigerînin


Leşkerên Sûrî dibêjin hêzên wan li gel hevalbendên xwe êrîşeke gurûpa Daişê vegerand li navçeyeke di bin destê hikûmetê de li parêzgeha Helebê.

Êrîşa îro şemiyê li bajarokê Xenasir ê başûrê rojhilata Helebê bû, navçeya stiratîjîk a ku bajarê Helebê bi navend û rojavayê Sûriyê de girê dide.

Medya leşkerî ya dewletê dibêje êrîş hate vegerandin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje çekdarên Daiş êrîşî cihên leşkerî kirin li navçeyê, pevçûnên giran bûn û gelek ziyan li dû xwe hîştin.

Ajansa Aamaq a girêdayî Daiş idîaa kir ku çekdarên Daiş 30 serbazên hikûmetê kuştin di êrîşa ser gundê Um Meyyal de li rojhilata Xenasir.

Sala borî hêzên hikûmetê Xenasir ji bin destê Daiş rizgar kir.

XS
SM
MD
LG