Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mişel Osman: Divê Partiyên Siyasî Rêzê li Rewşenbîrên Kurd Bigrin


Di nava rewşa şer û nearamiyê de, xebatên ronakbîr li herêmên kurdî li Sûriye berdewam dibin, ku yek ji destkeftên van xebatan bû, damezrandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku nuha bengeha wê li Qamişlo ye, Deng û Reng cîgirê serokê (HRRK) helbestvan Mişel Osman kir mêvanê xwe da xebat û keda vê hevgirtinê ron û zelel bike.

Birêz Mişel dibêje: "Me xwest em HRRK bînin welêt, ji bo sîwanekê ji hemî rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê re damezrînin û guhndanê bi berhemên wan bikin."

Herwiha jî Mişel bal kişand li ser danûstendina partiyên siyasî bi kesê rewşenbîr re û got ku partiyên siyasî ta nuha nizanin çawa rêzê li rewşenbîrên kurd bigrin û berhemên wan binerxînin.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de, birêz Mişel hêviyên anînîn ziman û xwest ku derfetên mestir li pêş rewşenbîrên kurd bên vekirin da ku berhemên wan li her derê bên belav kirin.

Deng u Reng-Misel Osman-5-1-2017-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:47 0:00

XS
SM
MD
LG