Rojnameyeke Tirkî radigihîne ku damezrênerê toreke telvizyonî ya zimanê Farisî li Stenbolê hate kuştin li gel hevkarê xwe ku karsazekî Kiwêtî bû.
Kuştina damezrênerê GEM TV Seîd Kerîmyan a derengî şemiyê tê piştî dadgeheka Îranî ew di meha Adarê de bi zînadanê ceza kir bi tawana “propaganda “ li dijî welêt.
Rojnameya Hurriyet ragihand ku Kerîmyan hat kuştin piştî otombêleke SUV rê li otombêla wî girt û kesên têde ew gullebaran kir. Rojname dibêje SUV piştre li cihekî din şewitî hate dîtin.
Ajansa Associated Press hewil da telefona GEM TV bike lê çi bersiv nebû.
Ajansa nûçeyan a taybet Dogan kesê Kiwêtî yê kuştî bi navê M.M da nasîn.
Ajnasa nûçeyan a dewleta Kuwêt KUNA, ji ser zimanê qunsulxaneya giştî li Stenbolê, kuştina welatiyê Kiwêtî piştrast kir, bê dabînkirina agahiyên berferhtir.