Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamnêrên Koşka Sipî Şevbuhêrka Xwe ya Salane Bê Serokê Amerîka li Dar Dixin


Hunermendê Komîdî Hesen Minhaj
Hunermendê Komîdî Hesen Minhaj

Şeva borî Komeleya peyamnêrên Koşka Sipî şevbuhêrka xwe ya salane li darxist, boneya ku bi naznavê “Nerd Prom "tê nasîn wek nîşanek ku Waşinton bi siyasetê û kar tê nasîn bêhtirî şewq û vebrûsînê.

Bo cara yekem ji sala 1981 ve, dema seroka Ronald Reagan amade nebû, serokê Amerîka li vê ahengê amade nabe, ev ahenga ku bêhtir pêkenînan bi serok û serbora wî dike.

Trump îsal ev aheng boykut kir ji ber nerazîbûna wî ji medyayê.

Serok di Twîtekê de got:

“Ez hêviya şîvxwarineke baş ji bo wan dikim. Ya me dê gelekî balkêşkir be.“

Trump Medya wek “sexte” û “dijmina xelkê” binav dike.

Serokê Komeleya Peyamnêrên Koşka Sipî, Jeff Mason, di şevbuhêrkê de got:

“Azadiya rojnamegeriyê bingeha demukrasiya me ye, û jinavbirina wê bi riya hewildanên nerewakirina rojnamevanan, tiştekî metirsîdare ji bo welatekî saxlem.“

Mason got:

Di şevbuhêrkên salên borî de, me behsa gefên li ser azadiya rojnamegeriyê li derve dikir. Îşev divê em bizanin ku li Amerîka gef li azadiya rojnamegeriyê dibin. Divê em huşdar bin. Cîhan li me temaşe dike.”

XS
SM
MD
LG