Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûsilê Di Nav Pêşketinên Giran ên Dijî Daiş de Birçîbûn Bilind Dibe


Alya Hisên û 25 endamên malbatê ku bi wê re dimînin li taxa Mihetta ya Rojavayê Mûsilê, ew li ser giyayên parkeka nêzîkî wan dijîn. Alya wî giyayî tevlî hin birinc û dimsê bacanên sor dike ji bo amadekirina şorbeyeka ku tenê xwarina wan e.

Pismamê wê Zuhêr Ebdulkerîm got di van rojên dawî de heta ew giya jî nemaye.

Alya Hisên got:

“Bi Xwedê em birçî ne. (Daiş) em birçî kirin. Wan tiştek ji me re nehîştin. Heta xwarina me jî dizîn. “

Mala Hisên tenê bi çend sed metir ji eniyên pêşîn ên şer dûre.

Di demekê de hêzên Îraqî berdewam in di pêşketinên xwe de û paqijkirina mal bi mal û cade bi cade bi awakî giran dibe, xwarina xelkê sivîl li wan navçeyan bi tundî kêm dibe.

Ji ber xemên ewlekariyê gurûpên mirovahî nikarin xwe bigihînin malbatên wek ya Hisên.

Herçendî malata Hisên hatiye rizgarkirin lê taxa wê hîn metirsîdare ji bo piraniya gurûpên mirovahî. Hefteya borî wê got tenê kertonek riz û zeyt û dimsê bacanan gihîşte wan, ku ji bo malbata wê renge tenê rojekê bike.

Ebdulkerîm şîrove dike çawa ew û malbata xwe zehmetiyan dikşînin ji bo peydakirina xwarinê. Wî got:

''Jinan firavîn nexwar, tenê mêran û zarokan xwar. Em nizanin wê şîva me hebe an na.''

Hin malbat çend kîlometran dimeşin da xwe bigihînin hin dikanan li taxên ku bo demeke dirêjtir di bin kontrola hêznên Îraqî de ne, lê her tişt buhaye. Malbat bê pere mane û kar yekcar nîne.

XS
SM
MD
LG