Korya Bakur dibêje wan welatiyekî Amerîkî din girt û bi “kiryarên dijminahî “tawanbar kir.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Korya Bakur KCNA got Kîm Hak Song roja şemiyê hat girtin.
Raport dibêje kesê girtî li gel zanîngeha Pyongyang a zanist û teknolojya kar dikir.
Amerîka hîn ev raport piştrast nekiriye û eger ew piştrast bike, dê Kîm Hak Song bibe Amerîkiyê çarem di girtîgehên Korya Bakur de.
Meha borî Pyongyangê Kîm Sang-duk, profesorê zanîngehê yê 50 salî girt.
Hêjayî gotinê ye, Korya Bakur berê welatiyên Amerîkî girtine ji bo bikaranîna wan di guftûgoyên li gel Waşitonê de.