Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emmanuel Macron Bi Fermî Serokatiya Frensa Werdigre


Îro yekşemê li koşka Elysee li Parîsa Paytext, Emmanuel Macron sonda serokatiyê xwar, û yekser erka xwe ya hejandia siyaseta Frensa, abûriya cîhanê û Yekîtiya Ewrupî destpê kir.

Macron ê 39 salî ew gênctirîn serok e di dîroka Frensa d, û serokê 8an ê komara 5em a Frensa ye, ku di sala 1958an de ava bû.

Macron yekem serokê Frensa ye ku ne ji herdû partiyên sereke yên welêt e.

Macron dibe serokê Frensa di demekê de ku Birêtanya di sala 2019an de ji Yekîtiya Ewrupî derdikeve, û Frensa dibe tenê welatê Ewrupî yê xwedî çekên navokî û kursiya berdewam di civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de.

Ew li nivîsîngeha serokatiyê bo yek demjimêr li gel serokê berê Francois Hollande kom bû. Wan behsa hestdartirîn kêşeyên ku Frensa rastê tê û şîfreyên çekên navokî kir.

Ew dê her wiha di siberojê de li beramber “zêdebûna asta kapîtalîzmê li cîhanê “û guhertina keşûhewayê raweste.

XS
SM
MD
LG