Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zekerîya Huserî Operasyona Reqa û Helwesta Ereban Dinirxîne


Hêzên Sûrîye Demokrat (HSD) bi piştgirîya Amerîka li ser şerê derkirina çekdarên DAIŞ'ê ji paytexta xilafeta wan li Reqa ya Sûrîye berdewam in.

HSD ya piranî Kurd, ligel hejmareke hêzên Ereb û netewe û olên din li gor yek armanc ber bi Reqe diçin.

Lêkoler û nivîskar Zekerîya Huserî dibêje ku armanca şerê dijî DAIŞ'ê û berjewendîyên din HSD'e yek xistiye.

Eger berjewendîyên hevbeş neman û Reqa hate azad kirn, erê ev hêze wê çawa serederîyê ligel hevdu û ligel rewşa bajêr bike?

Huserî got ku hinek ji hêzên Ereb di nav HSD'ê da helwesta xwe ya ne dijî rejîma Sûrîye veneşerin.”

Renge armancên hêzên di nav HSD'ê piştî nemana DAIŞ'ê bêne guhertin ku Huserî dibêje “wa heye şer di navbera wan hêza peyda bibe, lê di dawîyê de hêzên mezin wek Amerîka wê helwesta dawîyê hebe.”

Hevpeyvin digel Zekeriya Huserî
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:27 0:00

XS
SM
MD
LG