Medya hikûmeta Sûrî û gurûpeka çavdêriyê dibêjin hêzên Sûrî û hevalbendên wan di êrîşeka berfereh de li beyabana başûrê welêt çekdarên Daiş û şervanên serhildêran bi şûn ve vegerand in.
Pêşketinên hikûmeta Sûrî yên îro hatî ragihandin ew kontrola hikûmetê berferehtir dike li başûrê Tedmur ê parêzgeha Humsê, cihê ku Daiş lê tê dîtin, û her wiha riya sereke ya di navbera bajarê dîrokî û Dîmeşqa paytext de diparêz e.
Medya navenda leşkerî ya Sûrî dibêje van pêşketinan her wiha bi awakî serkeftî şervanên serhildêran li herêma beyabanî ya rojhilata Dîmeşq veqetî hîştin û pêşketinên wan li wir rawestand in.
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje hikûmetê û hevalbendên wê her wiha pêşketin qezenc kirin li dijî şervanên opozisyonê yên ku piştgiriya Amerîka werdigrin li nêzîkî sînorê Urdun, cihê ku nakokî lê bilind dibin.