Du rojnamevanên rojnameyeka opozisyona ilmanî li Tirkiyê hatin girtin û bi alîkariya rêxisteneka terorîst hatin tawanbarkirin.
Ajansa fermî ya nûçeyan Anadol got Medîha Olgun sernivîsera malpera rojnameya Sozcu ya neteweperest û peyanmêrê wê Gokmen Ulu hatin tawanbarkirtin bi alîkariya tevgera Fethulla Gulen bê ku endamên wê bin.
Sozcu piştgiriya damezrênerê Tirkiya ilmanî Mistefa Kemal Ataturk dike û rexneyan li serokomarê Tirkiyê, hikûmetê, û her wiha tevgera Gulen dike.
Rojnameyê ev girtin şermezar kir û di rûpela xwe ya sereke de nivîsand:” Rojeka tarî ji bo medya û rojnamegeriya Tirkiyê.”
Ulu her wiha tawanbar e bi alîkariya”Hewla kuştin û êrîşîkirina ser serok” ji bo gotareka wî ya li dor cihê serokomar Receb Tayyip Erdogan berî çend demjimêran ji hewla kudetaya têkçûyî.
Di gewahîdana xwe ya dadgehê de ku ji aliyê Sozcu ve hatibû belavkirin, Ulu got ew şok bû li dor wan tawanbariyan û her wiha got gotara wî begeyek bû li ser rojnamegeriya serkeftî.
Tê zanîn, ji dema ragihandina rewşa awarte ve piştî kudetaya têkçûyî ya sala borî, derdora 140 rêxistinên medyayî bi awakî fermî hatine girtin.