Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşkerekî Talîban18 Kesan li Rojhilata Afganistanê Dikuje


Khost, Afghanistan
Khost, Afghanistan

Êrîşkerekî xwekuj bi erebeya xwe êrîşek bir ser karwanekî hikûmeta Afganistanê li rojhilata welêt û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û şeş kes birîndar bûn.

Berpirsan got êrîşa şemiyê li bajarê Xost yekîneyeka hêzên Afganî ji xwe re kir armanc ku ewlekarî ji hêzên Amerîkî re dabîn dikir li navçeyê.

Peyvdarê wezareta navxweyî Nejîb Daniş got kesê êrîşker bi erebeya xwe derbasî nav karwan bûn li nêzîkî îstgeheka basan ku piraniya ziyanê gihîşte xelkê sivîl.

Tevgera Talîban ku perpirsiyariya xwe li dor vê êrîşê ragihand, dupat kir ku armanckirina karwanê leşkerî li herêmekê bû ku xelkê sivîl lê nebû.

Peyvdarê Talîban Zebîhullah Mujahid got êrîşê 22”hêzên dijmin“kuştin û gelek birîndar bûn.

Wî got pilankirina vê êrîşê gelek mehan dirêjkir jib o cezakirina hêzên taybet ên Afganistanê.

Mujahid hêzên Afganî tawanbar kirin bi binpêkirina mafên miovan li dijî xelkê Afganistanê bi fermana kesayetiyên CIA ya Amerîkî li Bajarê Xost ê.

XS
SM
MD
LG