Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Humermend Mihemed Welîd Mêvanê Şevbêrka Keleporî ya Efrînê Bû


Li Kantona Efrînê, wek beşek ji çalakîyên "Şemîya Rewşenbîrî" yên heftane ku ji alîyê Yekîtîya Rewşenbîran ve tê amade kirin, şevbêrkeke keleporî hate li dar xistin.

Di şevbêrkê de hunermend Mihemed Welîd û tembûrvan Rêvan, gurzek stran û destanên gelêrî ji folklora Efrînî û kelepora Kurdî pêşkêş kirin.

Hunermend Mihemed Welîd sebaret şêvbêrkê wiha ji Dengê Amerîka re axivî:

"Armanca me ji vê şevbêrkê danasînekê bidin û dîroka xwe bi rêya van stranan nas bikin ku kelepor û folklora me çiqas zengîn e".

Di şevbêrkê de stran û destanên gelêrî ji hemû herêmên Kurdistanê yên wek kilamên Eyşa Îbê, Delal Dewrêşê Evdî, Şêx Seîd, Lo Welato hatin pêşkêş kirin.

Kesên di şevbêrkê de hazir bûn ji vê çalakîyê kêfxweş bûn û ew bi gaveke girîng jibo bîranîn û parastina dîrok û ferhenga Kurdî dane nasandin.

Herwiha endamê Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê, Idrîs Mamed derbarê xebatên Yekîtîyê û Şemîya Rewşenbîrî de wiha peyîvî:

"Mebesta me nûjîyankirina çanda Kurdî li Çiyayê Kurmênc e, lewma her roja Şemîyê Yekîtîya Rewşenbîran çalakîyên curbicur pêk tine û ji yek jî vê şevbêrka keleporî ye".

Li Herêma Efrînê tevî hemû zor û zehmetîyan û rewşa şer, çalakîyên çandî û hunerî jî didiomin, Yekîtîya Rewşenbîran jî ku sala par weke sazîyeke serbixwe hate damezrandin, ev yek kiriye armanca xwe.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG