Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Cîhadiyan Hişyar Dike


Serokê nû yê Fransa Emmanuel Macron li gel hind leşkerên Fransî li dervey welat
Serokê nû yê Fransa Emmanuel Macron li gel hind leşkerên Fransî li dervey welat

Hikûmeta nû ya Fransî, hişyariyên tund dane wan welatiyên Fransî û ew bi kuştinê tehdîd kirine, yên ku çûne nav rêzên dewleta Îslamê DAIŞ'ê, yan dibin endamên wê rêxistinê.

Îro Çarşemê peyivdarê hikûmeta Fransa Christophe Castaner derbarê raporta rojnama Amerîkî "The Wall Street Journal", bersivek zelal bi "Erê ne jî Na" ne da, wî got "Jibo yên tevlî DAIŞ'ê bûne û dixwazin vegerin û êrîşên metirsîdar encam bidin, pêwîste ew encamên wê bizanin".

Rojnama "The Wall Street Journal" di raporteke xwe de dabû eşkerekirin ku, hêzên Fransî tevî yên Îraqî li pey wan cîhadiyan e, yên ji Fransa çûne, li Îraq û Sûriyê tevlî DAIŞ'ê bûne,

Serokê Fransa yê nû hilbijartî Emmanuel Macron gotiye "têkbirina DAIŞ'ê karê herî pêşîn e".

The Wall Street Journal li gûr hind fermandarên leşkerî û hind berpirsên niha û yên berê yên Îraqê ragihand bû ku, hêzên taybet yên Fransa hind leşkerên Îraqî wezîfedar kirine bo şopandin û kuştina wan welatiyên Fransî yên hatine Îraqê tevlî DAIŞ'ê bûn e.

XS
SM
MD
LG