Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezinê Rawêjkarên Serowezîrê Tirkiyê Tê Girtin


Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê dibêje mezinê rawêjkarên serokwezîrê Tirkiyê hatiye girtin bi gunman girêdana bi Fetullah Gulen ê ku tawanbar e bi kudetaya têkçûyî ya sala borî.

Ajansa Anadol got Bîrol Erdem, ku niha rawêjkariya serokwezîr Binalî Yildirim dike, îro şemiyê li gel hevjîna xwe hate birin bo girtîgehê li Ankera.

Vekolîn li gel wan dibin li dor gumana endamtiya wan di tevgera Gulen de, ku Tirkiyê wê wek gurûpeka terorîst dide nasîn.

Tê zanîn piştî kudetaya têkçûyî ya 15 tîrmeha borî Tirkiyê operasyoneka desteserkirinê ya berferh birêve bir li dijî alîgirên Gulen. Bêhtirî 50 hezar kes hatine girtin û 100 hezar karmendên sivîl ji kar hatine dûrxistin.

Erdem berê di desteya herî bilind a dadweriyê de kar kir û her wiha ew alîkarê wezîrê dadweriyê bû.

XS
SM
MD
LG