Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Li Mûsilê Dijî Daiş Rastî Dijwariyan Tên


Li gel sozên wan yên ku êrîşa nû ya dijî Daiş dê ya dawî be li Mûsilê, hêzên Îraqî bi berdewamî rastî dijwariyan tên li navenda kevnar a bajarê de.

Piştî çend rojan ji destpêkirina êrîşa dawî, hêzên Îraqî, ku piştgiriya Amerîka werdigrin, dawiya hefteya borî operasyonên xwe giran kirin bi sedema dijwariya parastina rûniştvanên ku li wan navçeyan dorpêç bûyî.

Komandar lê mukur tên ku şerê Mûsilê dê bêhtirî dema wan pêşbîn kirî dirêj bike.

Generalê Îraqî Ebdulla el-Jubûrî ji Dengê Amerîka re got:

“Em şerekî pir giran dikin, ku dê bi kêmanî meheke din dirêj ke berî em bajarê kevnar azad bikin ji ber ku ew sivîlan wek mertalên mirovî bikar tînin. “

El-Jubûrî got hêzên wî êrîşa xwe bi awakî demkî rawestand da riyeke nû ji xelkê sivîl re veke ku birevin navçeyên bin destê hikûmetê.

XS
SM
MD
LG