Wezîrê derve yê Almanya hewil dide gerantiyekê ji Tirkiyê wergire ku guman têde nebin li dor serdana parlemanterên Almanî bo hêzên wan ên li bingeheke esmanî ya Tirkiyê.
Wezîr Sigmar Gabriel îro yekşemê ji rojnameya Bild am Sonntag re got:
“Eger Tirkiyê vê yekê neke an nikaribe bike ji ber sedemên siyaseta navxweyî, wê demê divê ev welatan rêkeftineke dostane deynin ji bo bidawîanîna hebûna hêzên Almanya li wir. “
Gabriel roja duşemê serdana Tirkiyê dike ji bo axaftinan li dor vê kêşeyê.
Tirkiyê, ku dilgirane ji biryara Almaya ya dayîna mafê penaberiyê bo serbazên Tirkiyê yên tawanbar bi hewildana kudetaya têkçûyî ya sala borî, daxwaza serdana parlemanterên Almanî bo serbazên wan li bingeha Incirlîkê red kir.
Almanya veguhestina derdora 270 serbaz ji Incirlîkê bo Urdunê dide ber çavan, li gel firokên Tornado yên agahdariyê û firokên dabînkirina fiyûlê bo koalisyona navnetewî ya dijî gurûpa Daiş.