Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê Avakirina Civata Bilind ya Çandê li Rojava Hate Nîqaş Kirin


Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê, bi armanca danasîn û gengeşekirina li ser rêziknameya "Civata Bilind ya Çandê li Rojavayê Kurdistanê" civînek berfireh bi hejmarek nivîskar û rewşenbîran re li dar xist.

Di cîvînê de endamê komîta amadekar, nivîskar Îdrîs Mamed axifî û girîngî û armancên vê civatê ji beşdaran re şîrove kir û beşdaran jî nêrîn û têbînîyên xwe anîn ziman.

"Armanca me çiqas rêxistinên rewşenbîrî hene em bi hev re di bin sîwanekê de bixebitin ta çanda Kurdî bighînin cîhanê," Mamed ji Dengê Amerîka re ragihand.

Mamed herwiha da zanîn ku di komîta amadekar de nûnerên 5 yekîtîyên rewşenbîrî cih digrin û ew niha amadekarîyên kongereya damezrandinê dikin ku di dema bê de tê li dar xistin.

Hêjayê gotinê ye ku li Rojava çend sazî û rêxistinên çandî yên cuda hene, Civata Bilind ya Çandê li Rojavayê Kurdistanê jî hewl dide ku van sazî û rêxistinan bîne cem hev û di bin banê sîwaneke hevbeş de kom bike.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG