Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên HSDê Hin Taxên Reqqa Ji Daiş Rizgar Dikin


Hêzên Sûriya Demukrat HSD dibêjin wan piştî du rojên şer taxek li aliyê bakurê rojavayê Reqqa ji gurûpa Daiş rizgar kir.

HSDê ku Kurd serkirdayetiya wan dikin dibêje taxa Romaniye îro yekşemê hate rizgarkirin piştî ku wan 12 çekdarên Daiş kuştin, di nav de jî komandarekî bi navê Ebû Xettab el-Tûnisî.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got şervanên HSDê taxa Romaniye û taxa Meşleb li rojhilata bajêr kontrol kirine.

Şervan her wiha derbasî taxa Sebahiye bûn li rojavayê Reqqa.

Şervanên HSDê 6 vê mehê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka, dest bi êrîşa li ser bajarê Reqqayê kir.

Çavlirê ye şerê rizgarkirina Reqqa dirêj û dijwar be di demekê de ku pêşbîne gurûpa Daiş berevaniya bajarê ku ji xwe re paytext binavkirî bike.

XS
SM
MD
LG